NûçeRojhilatanavin

Dewama êrişên ser meqerên terorîstan li rojavaya Idlibê

Hêzên sûrî meqerên ser bi komên teroristî li derdora bajarê Cisr El-Şixûr bi tundî dan ber êrişên xwe.

 Li gorî rapora Fars News`ê, koma  nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ku ser bi neyaran e li bara dewama êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên  terorîstan li parêzgeha Idlibê agahiyan didin.

Vê komê raghand ku ji vê sibê hêzên sûrî navçên bin kontrola terorîstan li bajarê Cisr El-Şixûrê bombebaran kirine.

Artêşa Sûriyê ji midehek berî niha li halê şandina kelûmelan û hêzan bo navçên  bakurî ye ku bikaribe Idlib û Rîfa Hemahê ji terorîstan bistîne.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê jî îro raghand ku balefirên cengê yên Rûsiyê armancên  terorîstî li parêzgeha  Idlibê dan ber êrişan.

Balefirên  cengê yên Rûsiyê û Sûriyê duh piştî çend heftiyan, êrişên  hewayî yên  berfireh ser meqerên  terorîstan li parêzgeha Idlibê û hin beşên  Hemahê destpê kirin.

Başa dön tuşu