EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rêxistina Efûyê: Polîsên îtalî îşkenceyê li penaberan dike

Rêxistina Efûyê ya navdewletî (AI) polîsên îtalyayê bi îşkencekirina penaberan sûcdar kir ku dibêje ‘penaberên dema ji bo karên tomarkirinê naxwazin şopa tiliyan bidin rastî lêdan û elektrîkdana polîsan tên’.

Tê texmînkirin îsal zêdetirî 150 hezar ji penaberên ku li ser Behra Spî dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin û hatin rizgarkirin derbasî İtalyayê bûne. Divê şopa tiliyên van penaberan ji hêla polîsê İtalyayê ve bên standin. Lê gelek ji wan ji ber tirsa desteserkirina li İtalyayê naxwazin şopa tiliyan bidin.

Rêxistina Efûyê derbarê vê rewşê de daxuyaniyek belav kir û got ku zêdetirî 20 penaberan di dema dayîna şopa tiliyan de rastî tundûtujiya polîsan hatine.

Rayedarên îtalî vî tiştî qebûl nakin û îdia dikin ku polîsên wezîfedar ji bo bi profesyoneli û bi baldarî li hemberî penaberan tevbigerin, perwerde standine.

Hin penaberên ku Rêxistina Efûyê li wan guhdar kirine û bi darê zorê xwestina şopa tiliyên ji wan bê standin gotin ku ‘gunikên wan bi penseyê ve hatine eciqandin.” Hin penaberên ku dibêjin rastî tevgerîn nebaş hatine zarok in. Zarokekî 16 salî yê darfûrî ku ji Rêxistina Efûyê re axiviye got: Gelek caran elektrîk dane lingê min ê çepê, pişt ra dane yê rastê, qefesa sînga min û zikê min. Ez gelekî lawaz bûm. Min nekarîbû li hember derkevim û tam di wê demê de her du destên min girtin û tiliyên min xistin mekîneyê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu