İslami Davet Kurdi Bange İslami

Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da

Milîtanên Talîbanê êrişî qereqolek li parêzgeha Kandaharê ya li bakurê Afxanîstanê kirin. Di dema êrişê de pevçûn derket û di encamê de 16 polês bi giştî 43 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li navçeya Mayvand ya bi ser parêzgeha Kandaharê qewimî. Berdevkê Midûriyeta Ewlekariyê  Ziya Duranî di axaftina xwe ya AAyê de diyar kir ku piştî êrişa milîtanên Talîbanê ya ji 4 aliyan ya li dijî qereqolê, pevçûn derket.

Duranî destnîşan kir ku di dema pevçûnê de 27 milîtan hatin kuştin û 16 polêsî jî jiyana xwe ji dest da.

Talîban derbarê êrişê de hêj ti daxuyanî nedaye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version