ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên Rûhanî li bîstûduyemîn nîşangeha çapemenîyê

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro dema vebûna bîstûduyemîn nîşangeha çapemenîyê li Têhranê bal kişand ser rewşa lihevalîyayî ya navçê û got: Navçe hewcedarê ewlehîyê ye û ev ewlehîya bilî saya yêketî û hevgirtina li hemberî têrorîstan û dijminan pêk nayê.

Rûhanî, têrorîsma ligel fikrên cahilî û rengê dînî, wekî pirsgirêkên roja îro yên navçê zanîn ku hin kom bi têgiheştina şaş û çewt li bara islamê ketine canê misilmanên deverê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê nerazîbûn, hegera berfirebûna têrorîsmê zanî û got: Pirsgirêka ewlehîyê ya navçê dikare bi hevgirtin û yêketîyê bê çareserkirinê û dîplomasî rêbazeke girîng li warê giritina pêşîya şer û gêreyan e.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Di rewşeke wiha da û li hemberî gefeke bi vî rengî tişta ku dikare gelê Îranê li hemberî komploya şûm a têrorîsmê biparêze, yêketî ye û hêzên çekdar ên Îran wekî hêza girîng a navçê, li hemberî her cure destdirêjîya ihtimalî ya xêrnexwaz û dijminan bi awayekî vebirr sekinîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha, mêdya wesîleyek jibo pêşxistina civakê zanîn û bi gotina vîya ku karên mêdyayî divê bi qasê pêkan radestî mêdyakaran bên kirinê û pêkutî kir ku çand hêzek seratir ji sîlehê û mêdya jî wesîleyeke çandî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu