Li Afxanistanê li parêzgeha Helmandê çekdarên Talîbanê avêtin ser qeroqolekî û 11 polîsan kuştin.
Parêzgerê Helmand Hayatullah Hayat di beyana xwe de ragihand ku çekdarên Talîbanê êrîşê ser qereqola li Laşkargahê kirine û 11 polîsan kuştine. Di êrîşê de 8 kes jî birîndar bûne.
Ji çekdarên Talîbanê jî kuştî hene lê jimara wan nayê zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)