EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Talîbanê êrişî qereqolê kir: 8 jê leşker 14 kuştî û 5 birîndar

Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina Talîbanê li bajarê Qunduz ê Afganistanê êrişî qereqolê kir. 8 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina Talîbanê bi çekên giran êrişî qereqoleke bajarê Qunduzê ku dikeve bakurê Afganistanê kirin. Di encama êrişê de 8 leşker û 6 milîtan hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Qunduzê Enamuddin Rehmanî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: “Milîtanê Talîbanê bi çekên giran êrişî qereqola artêşa Afganistanê ya li gundê Tacik Kişlaka navçeya Daştî Arçiyê kirin.”

Enamuddin Rehmanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di encama êrişê de 8 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Di şer û pevçûnên piştî êrişê de jî 6 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.”

Başa dön tuşu