Talibanê her cure îdiaya derheq alîkariya ji aliyê Îranê derew da zanînê
Berdevkê Talibana Efxansitanê her cure îdiaya derheq alîkariya aborî û eskerî ji aliyê Komara îslamî ya Îranê bo vê grûpê bêbingeh da zanîn.
Rojnama El-Şerq El-Ewsetê ya Lubnanê îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê alîkariya çek û sîlehî dide Talibanê.
Zebîhullah Mucahid berdevkê Talibanê îro piştî nîvro li gotûbêja telefonî tev Rado Peştûya IRIB yê got ku rojnama Şerq El-Ewsetê gotinên wî xalifandine.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî îdiaya grûpa Talibanê derheq piştgiriya Têhranê ji vê komê red kir û got Komara îslamî ya Îranê li nav welatên navçê tim li warê rawestana li ber grûpaên terorîstî pêşeng bûye û li vê riyê heya niha pir xerc kiriye.
Behram Qasimî îdiaya berdevkê Talibanê kiryareke plêştir pêlankirî ser fermana alîgirên vê komê da zanîn ku jibo alozkirina raya giştî û tirsandina ji Îranê hatien hilêxistin.
Pêştir jî rojnama emerîkî ya Wall Street Journalê li raporekê bêyî ku belgeyekê raber bike îdia kir ku Îranê veşartî çek dane Talibanê.
Eva li halekê ye ku heya niha tu yek ji rayedrên Efxansitanê îdiayeke wisa piştrast nekirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)