EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Talîbanê serokê xwe yê nû ragihand

Talîbana Pakistanê piştî kuştina Molla Fazlullah ragihand ku serokê wan ê nû Nûr Valî ye.

Piştî balefirên bê mirov ê amerîkî Molla Fazlullahê Talîbana Pakistanê di operasyonekê de kuşt bi du hefteyan, hat ragihandin ku Nur Valî bû serokê Talîbana Pakistanê yê nû.

Nur Valiyê ku serokê eşîra Mesûdê ye ku mezintirîn eşîreta rêxistinê ye, piştî kuştina Molla Fazlullah derketibû pêş.

Berî Molla Fazlullah, serokên wê Hekimullah Mesud û Beytullah Mesud jî bi balefirên bê mirov ên amerîkayê ve hatibûn kuştin.

Başa dön tuşu