FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Talûkên navokî yên Rejîma Siyonîstî jibo navçê û cîhanê

Nunerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekkirinê li Nakazakiyê ya Japonyayê ragihand: Rejîma Siyonîstî bi hebûna bi sedan kumikên navokî, xêncî navçê, cîhan rastî talûkên cidî aniye.

Muhemed Hesen Deryayî, nunerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekkirinê li Nakazakiya Japonyayê ev gefa bi bîr xist û got :Gelên cîhanê divê jibo pêkanîna  navçeya Rojhilata Navîn a vala ji çekên navokî ji riya zext û zora ser Rejîma Îsraîlê bikevin tevgerê û destekê bidin ku ev mesela girîng serê xwe bigire ji ber ku bernamên navokî yên vê rejîmê fukareke cidî jibo civaka navneteweyî çê dike.

Muhemed Hesen Deryayî bal kişand ser  mijarên  zêde yên nesekinîna welatên  xwediyê çekên navokî ser berpirsiyariyên xwe û tekez kir: Mixabin hîn ev welatana kirayreke cidî li warê jiçekkirinê nekirine û ji bûyera tal a Nakazakî û Hîroşîmayê ders negirtine.

Hejî gotinê ye ku li dawiya şerê cîhanê yê duyem, bomberêjên emerîkî, du bombeyên atomî avêtine ser bajarê Hîroşîmayê ku di cih de sed hezar jin û zarokên  bêguneh li vî bajarî canê xwe jidest dan an bi giranî birîndar bûn  û bajêr bi tûm kavil bû.

Li Hîroşîmayê hîn jî zarokên  nivîşkan tên dinê û malbatên  goriyên karesata  bombebarana  atomê rastî nexweşiyên  rewanî û esebî tên.

Sê rojan piştî karesata Hîroşîmayê bombarana atomî ya Nakazakiyê qerwimî. Lê Emerîka ser  cihanîna  plana  atomî û çêkirina  bombeyên  navokî yên biçûk û taktîkî û nûjenkirina  çekên navokî yên vî welatî disekine.

Îsraîl jî ku tenê xwediyê çekên navokî li Rojhilata Navîn e qet hevhatinên  li bara çekên  tevkujiyê ji wan peymana  qedexetiya  berhemanîn û berfirehkirina  çekên navokî îzme nekiriye.

Rejîma Siyonstî li gorî texmînên  curbicur xwediyê 300 kumikên navokî ye. Rejîma Siyonîstî ne tenê bi dagirkeriya xwe sebebkarê sereke yê qeyranê li Rojhilata Navîn û berbendê damezrandina aşitiyê li navçê ye belkî bi reftara xwe ya eskerî bitaybet li berhemanîna  çekên navokî di pratîkê de ewlehiya navçê û cîhanê xistiye xeterê.

Giranbûna  kiryarên  Rejîam Siyonîstî û Emerîkayê û aliyên din yên xwediyê çekên navokî jibo berfirehkirina çekên navokî weke binpêkirina  peymanên  jiçekkirina cîhanê tê hesabê.

Di rewşeke wiha de , civaka navneteweyî bala xwe daye ser rêçareyên  rawestana li ber  talûkeyên navokî-eskerî li warê navneteweyî.

Gotinên  nunerê Îranê li civîna  navneteweyî ya jiçekkirinê cardinê binehên  nezerî yên Îslamî ku bû sedema  dayîna fetwaya  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara çekên navokî, destnîşan dike .

Li çarçova  fetwaya  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, tenê riya jinavbirina  tam a van çekan a ye û heya dema ku  heta çekek navokî li cîhanê hebe, îmkana  dubarebûna buyera tal a Nakazakî û Hîroşîmayê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu