Nunerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekkirinê li Nakazakiyê ya Japonyayê ragihand: Rejîma Siyonîstî bi hebûna bi sedan kumikên navokî, xêncî navçê, cîhan rastî talûkên cidî aniye.
Muhemed Hesen Deryayî, nunerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekkirinê li Nakazakiya Japonyayê ev gefa bi bîr xist û got :Gelên cîhanê divê jibo pêkanîna navçeya Rojhilata Navîn a vala ji çekên navokî ji riya zext û zora ser Rejîma Îsraîlê bikevin tevgerê û destekê bidin ku ev mesela girîng serê xwe bigire ji ber ku bernamên navokî yên vê rejîmê fukareke cidî jibo civaka navneteweyî çê dike.
Muhemed Hesen Deryayî bal kişand ser mijarên zêde yên nesekinîna welatên xwediyê çekên navokî ser berpirsiyariyên xwe û tekez kir: Mixabin hîn ev welatana kirayreke cidî li warê jiçekkirinê nekirine û ji bûyera tal a Nakazakî û Hîroşîmayê ders negirtine.
Hejî gotinê ye ku li dawiya şerê cîhanê yê duyem, bomberêjên emerîkî, du bombeyên atomî avêtine ser bajarê Hîroşîmayê ku di cih de sed hezar jin û zarokên bêguneh li vî bajarî canê xwe jidest dan an bi giranî birîndar bûn û bajêr bi tûm kavil bû.
Li Hîroşîmayê hîn jî zarokên nivîşkan tên dinê û malbatên goriyên karesata bombebarana atomê rastî nexweşiyên rewanî û esebî tên.
Sê rojan piştî karesata Hîroşîmayê bombarana atomî ya Nakazakiyê qerwimî. Lê Emerîka ser cihanîna plana atomî û çêkirina bombeyên navokî yên biçûk û taktîkî û nûjenkirina çekên navokî yên vî welatî disekine.
Îsraîl jî ku tenê xwediyê çekên navokî li Rojhilata Navîn e qet hevhatinên li bara çekên tevkujiyê ji wan peymana qedexetiya berhemanîn û berfirehkirina çekên navokî îzme nekiriye.
Rejîma Siyonstî li gorî texmînên curbicur xwediyê 300 kumikên navokî ye. Rejîma Siyonîstî ne tenê bi dagirkeriya xwe sebebkarê sereke yê qeyranê li Rojhilata Navîn û berbendê damezrandina aşitiyê li navçê ye belkî bi reftara xwe ya eskerî bitaybet li berhemanîna çekên navokî di pratîkê de ewlehiya navçê û cîhanê xistiye xeterê.
Giranbûna kiryarên Rejîam Siyonîstî û Emerîkayê û aliyên din yên xwediyê çekên navokî jibo berfirehkirina çekên navokî weke binpêkirina peymanên jiçekkirina cîhanê tê hesabê.
Di rewşeke wiha de , civaka navneteweyî bala xwe daye ser rêçareyên rawestana li ber talûkeyên navokî-eskerî li warê navneteweyî.
Gotinên nunerê Îranê li civîna navneteweyî ya jiçekkirinê cardinê binehên nezerî yên Îslamî ku bû sedema dayîna fetwaya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara çekên navokî, destnîşan dike .
Li çarçova fetwaya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, tenê riya jinavbirina tam a van çekan a ye û heya dema ku heta çekek navokî li cîhanê hebe, îmkana dubarebûna buyera tal a Nakazakî û Hîroşîmayê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)