CîhanEwropaNûçe

Tarifên Çînê li ser 60 miliyar dolar kelûpelên ku ji Amerîkayê dikirre

Çînê wek berteka li hemberî şerê ticarî yê Waşîngtonê li dijî Pikenê, li ser 60 miliyar dolar kelûpelên ku ji Amerîkayê dikirre, tarif û nirxname sepandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Komîteya Rêzikên Tarifên Gomrokî yên Konseya Dewletî ya Çînê roja Îniyê bi daxûyaniyekê ragihand ku li ser pênc hezar û 207 cûre kelûpelên Amerîkayê ku bihayê wan digihêje 60 miliyar dolarî, ji sedî pênc heta 25ê tarif û nirxname sepandiye.

Li daxûyaniya Komîteya Rêzikên Tarifên Gomrokî yên Konseya Dewletî ya Çînê hatiye ku biryara Çînê ya sepandina tarifan li ser 60 miliyar dolar ji kelûpelên Amerîklayê wek berteka li hemberî biryara dewleta vî welatî ya zêdekirina sedî 25ê ya tarifa li ser derdora 200 miliyar dolar kelûpelên çînî hatiye dayînê.

Gao Fêng, Berdevkê wezareta Bazirganiyê ya Çînê jî îro bal kişande ser biryara Pikenê ya sepandina tarifan li kelûpelên Amerîkayê û ragihand: Her cûre gef û taktîka yekalî ji aliyê Azmerîkayê va, tenê nakokiyan gurr dike û ziyanê digihîne berjewendiyên hemiyan.

Waşîngtonê wek biryareka nû, destpêka vê heftiyê tarifa sedî 10ê li ser 200 miliyar dolarî ji kelûpelên çînî heta sedî 25ê zêde kir4.

Amerîkayê heta niha 34 miliyar dolar tarif û nirxname li ser kelûpelên çînî sepandiye. Ev kar tûşî kiryara Çînê bûye.

Başa dön tuşu