IraqNûçeRojhilatanavin

Tawanbarbûna balyozê Erebistanê li Iraqê bo berevaniya ji terorîzmê

Serokê fraksiyona Bedrê li parlimana Iraqê, balyozê Erebistanê li Bexdayê bi berevaniya ji terorîzmê tawanbar kir.

Li gorî rapora malpera nûçan a Someriey Newsê, serokê fraksiyona Bedrê li parlemana Iraqê, Qasim El-Ercî roja yekşemê li daxûyaniyekê li berteka li hember reşnivîsa kesane ya balyozê Erebistanê, Samir El-Sebhan li Bexdayê li bara bajarê Felûcê got : Armanca hizûra balyozê Erebistanê li Iraqê pêkanîna alozî û fitneyê ye .

El-Ercî her wiha balyozê Erebistanê li Iraqê bi berevaniya ji terorîzmê tawanbar kir û ji dewleta Iraqê xwest ku bo desthilatên wî sînoran kivş bike .

Serokê fraksiyona Bedrê li parlemana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku balyozê Erebistanê li welatê hanê dibe sedema pêkanîna fitne û tehrîkkirina bêtifaqiyên eşîretî û destnîşan kir ku mudaxila El-Sehban li buyerên Felûcê tenê alîgiriya firqeyî û ne berpirsiyariya dîplomatîk e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu