CîhanNûçeRojhilatanavin

Tawanbarkirina pûç a Îranê ji hêla Amerîkayê ve li Komîteya Ewlehîyê ya Civata Giştî ya NY

Nunerê Amerîkayê li Komîteya Ewlehî û Jiçekirinê ya Civata Giştî ya NY, bêyî ku basa rola xirabkir a Erebistan û Israîlê li herêma Rojhilata Navînê bike, bi gumana xwe Îran wekî pirsgirêka sereke ya vê navçê da nasandin.

Nunerê Amerîkayê li Komîteya Ewlehî û Jiçekirinê ya Civata Giştî ya NY, Robert Wood di civîna vê Komîteyê de ku ser mijara Jiçekirin û Ewlehîya Navçeyî hat lidarxistinê de, idia kir ku Rojhilata Navîn herêmek e ku pirsgirêkên wê yên ewlehîyê hene û Rêketinama Atomî ya digwl Îranê jî nekarî serederîya Îranê biguherîne.

Nunerê Amerîkayê li Komîteya Ewlehî û Jiçekirinê ya Civata Giştî ya NY herwiha idia kir ku nêrîna ku dibêje Rêketinama Atomî ya digel Îranê alîkarîyê dide aştî û ewlehîya navçeyî û navnetewî, ji rêzê derketîye, Îranê ji qazancên aborî yên vê rêketinamê ji bo karên alozkir li herêmê sûd wergirt.

Ev idiaya di halekî de hertim ji hêla rayedarên aemrîkî ve tê hilêxistinê ku Erebistan wekî çavkanîya têrorîsmê û rêjîma ISraîlê wekî piştgirê têrorîstan ku bi sedan kumikên wê yên atomî jî hene, çavkanîya sereke ya bêistiqrarî û bêewlehîtîyê li herêma Rojhilata Navînê ne.

Başa dön tuşu