IraqNûçeRojhilatanavin

Taxa 30`ê Temozê li rojava Mûsilê hat azadkirin

Fermandehiya operasyona azadkirina Neynewayê li bara azadkirina yek ji navendên giring ên komabûna DAIŞ`ê li rojava Mûsilê agahî da.

 Li gorî rapora Tesnim News`ê ji zarê Firat News`ê, fermandehiya operasyona azadkirina  Neynewayê ragihand ku hêzên vî welatî li dewama bipêşdeçûnên  xwe taxa 30`ê Temozê li rojava Mûsilê ji lepên terorîstên  DAIŞ`ê azad kirin.

Operasyona  azadkirina Mûsilê, paytexta xwekivşkirî ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, ji 17`ê Cotmeha 2016`an û bi beşdariya  bi dehan hezar kes ji hêzên artêşê û polîsê Iraqê û bi hevrêtiya  hêzên xwebexş ê gelanî û Pêşmergên kurd destpê bû û hêzên iraqî piştî 100 rojan , rojhilata Mûsilê tam azad kirin.

Hêzên iraqî operasyona  azadkirina  beşa rojavaya  Mûsilê ji 20`ê Sibata 2017`an va destpê kirin û ev operasyon hema wisa didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu