Taxa Qabûn a bajarê Şamê hat azadkirinê û niha tam di bin kontrola artêşa Sûrîyê da ye.
Li gorî rapora kanala Al Ekhbariya ya Sûrîyê, piştî pevçûnên giran di navbera artêşa Sûrîyê û têrorîstên tekfîrî da, artêş û hêzên çekdar ên Sûrîuê îro karîn taxa Qabûnê ya bajarê Şamê azad bikin. Pirraniya terorîstên hanê li derîyê devera Hufeyriyê ya taxa Qabûnê kom bûbûn,
Artêşa Sûrîyê vê sibê tonêla peywendîya di navbera taxa Qabûnê û Xûteya rojhilat peyda kir û têrorîstên têda dorpêç kirin. Vê tonêlê ku 10 mêtran kûr e û xeta sereke ya gîhandina alîkarîyan bo têrorîstan bû, taxa Qabûnê ya bajarokê Erbînê li Xûteya rojhilat va girêdida.
Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê îro herwiha ewlehîya sêgoşeya Zaza li rojhilata devera Sebei Beyar li çola Sûrîyê dabîn kirin. Hêzên artêşa Sûrîyê bi serdestîya li vê deverê, devera rojhilata Şamê ji devera rojhilata Humsê cida kirin û ewlehîya durîyana cadeya navnetewî ya Bexda, Şam û Urdinê dabîn kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)