NûçeRojhilatanavinSûriye

Taxa Zeynebiyeya Şamê kete ber êrîşa têrorîstan

Komên têrorîst li başûrê Şamê, duh anku şemiyê du topên hawanê kewkî nêzikî hotêlekê li rex tirba Hezreta Zeynebê (S) kirin ku di encamê da çend kes birîndar bûn.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Al-Alam`ê, ji ber lêketina topên hawanê yên têrorîstan li ser taxa Zeynebiyeya dorhêla Şamê, zarokek şehîd bû û şeş kes jî birîndar bûn û xisarên zav li ciyê lêketina van topan ketin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi taybet Tirkiyê ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu