IraqNûçeRojhilatanavin

Taxeke din li pişka rojavayî ya Mûsilê hat azadkirin

Hêzên iraqî di dewama pêşdaçûna xwe ji pişka qedîm a Mûsilê, taxeke din jî azad kirn

Li gorî salixdana Fars News`ê, hêzên ewlehî û artêşa Iraqê her wiha li halê pêşdaçûna li beşa qedîm a bajarê Mûsilê ne û îro hêzên şerê dijî têrorîsmê karîn ku xwe bigihînin perrava Çemê Dicleyê.

Hêzên iraqî ji îro nîvroj va pevçûnên giran digel tekfîrîyan li taxa El Meydana Mûsila Qedîm dest pê kiribûn û niha li halê serketinê ne.

Ji aliyê din va yekîneyên leşkerî yên Iraqê di dewama opêrasiyona azadkirina Mûsilê, her wiha karîn ku gundê `Îmamê Rojavayî` li parêzgeha Nêynewayê ku çeteyên DAIŞ`ê duh xistibûn bin kontrola xwe, dorpêç bikin.

Leşkerên iraqî karîn ku vî gundî ku li başûrê El Qiyarê ye, dorpêç bikin.

DAIŞ`î duh ji aliyê Şerqatê va karîbûn têkevin nav vî gundî û ji Çemê Dicleyê derbas bibin.

Hêzên artêşa Iraqê di heftiya buhurî da opêrasiyona xwe li dijî têrorîstên DAIŞ`ê domandin û xeleka dorpêça têrorîstan li Mûsila Qedîm tengtir kirin û karîn ku bi azadkirina çend taxên Mûsila Qedîm, Mûsilê bêxin bereberê serketina Tam.

Başa dön tuşu