ÎranNûçeRojhilatanavin

Taxima çavdêriya li ser cihhatina Lihevkirina Navokî ya Îranê, hin biryar jibo sekinana li hember pêşniyarqanûna vê dawiyê ya Senaya Amerîkayê, girtine ber xwe

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir: “Taxima çavdêriya li ser cihhatina Lihevkirina Navokî ya Îranê, hin biryar jibo sekinana li hember pêşniyarqanûna vê dawiyê ya Senaya Amerîkayê, girtine ber xwe“.

Senaya Amerîkayê, pêncşemiya buhurî, li dewama kiryarên xwe yên  bi dijminatî dijî Komara Îslamiya Îranê, plana giştalî ya boykotên dijî Îranê, ser navê qaşo “Qanûna sekinîna li hember kiryarên alozker ên Îranê ya 2017`an“ pejirand, ev plana boykotên mûşekî, boykotên têkildarî terorîsmê û cihanîna boykotên çekan digire ber xwe.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, Elaedîn Birûcêrdî, roja şemiyê li gotûbêja bi IRIB News`ê ra bal kişand ser vê yekê ku Waşîngton bi vî karê bidijminatî, careka din nîşan da pergaleka siyasî ya nepêbawer di warê navneteweyî da ye û got: “Taxima  çavdêriya li ser cihhatina Lihevkirina Navokî ku di vî warî de nijyareka qanûnmend e, hin civîn jibo sekinîna li hember kiryara vê dawiyê ya Senaya Amerîkayê li dar xistine û hin biryar girtine ber xwe ku wê bi zûtirkê werin ragihandin“.

Birûcêrdî herwiha got: “Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê jî wê jibo sekinîna li hember vê kiryara neqanûnî ya Senaya Amerîkayê, wê bi vê zûtiyê, pêşniyarqanûnekê raber bike“.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku her cure cihneanîna Lihevkirina Navokî, tê wateya binpêkirina vê belgeya fermî û got: “Karê ku Senaya Amerîkayê cih anî, binpêkirina aşkera ya Lihevkirina Navokî ye“.

Amerîka li gorî Lihevkirina Navokî, sozdar bûye ku xwe ji vegerandin yan sepandina dubare ya wan  boykotan ku li gorî Lihevkirina Navokî, divê werin sekinandin, dûr bigire. Lê hertim di vî warî de astengî dersixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu