NûçeRojhilatanavinSûriye

Îtirafa grûpên çekdar li başûra rojavaya Şamê bi têkçûnê

Grûpên çekdar yên li başûra rojavaya Şamê îtiraf kirin ku li wir têk çûne.

Televîziyona Al-Mayadeen a Libnanê ragihand ku Komîteya Hevahenkirina komên çekdar ên li Sûriyê îtiraf kir ku hêzên artêşa Sûriyê li derdora başûra rojavaya Şamê bi pêş ve diçe û li van grûpan şikestên mezin ketine.

Artêşa Sûriyê piştî azadkirina dever û girên stratejîk yên vê deverê grûpa terorîst a El-Nusreyê xiste nav rewşeke dijwar û bi taluke ji vê grûpê re.

Fermandeke Bereya El-Nusre bi navê Ebû Hezîf El-Şamî got ku komên çekdar li babeta têkbirina dorpêçiyê sistî kirin û ew tawanbar kirin ku ti hewldaneke cidî li hemberî artêşa Sûriyê nekirin û got: Bi ji dest dayîna vê deverê tê wateya ji destdayîna çeper û bargehên herî dawiyê yên komên çekdar li Xûteya rojavaya Şamê.

Operasiyona artêşa Sûriyê li başûra rojavaya Şamê hêz û hevgirtina terorîstan ji nav bir û xisarên giran li wan xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu