AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Taxima îranî bi serokatiya Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bona pişkdariya li konferansa Astanê ya sisyan îro sibê seredana Qezaqistanê kir

Dewra sisyan a gotûbêjên Astanê bona çareserkirina kirîza Sûriyê 14 û 15 Adarê dê bi pişkdariya taximên dewleta Şamê, taxima neyaran û sê welatên Îran, Rûsiya û Tirkiyê ku zaminê agirbesa nav Sûriyê ne, dê li Astanê paytexta Qezaqistanê birê keve.

Wezareta karên derve yê Qezaqistanê li daxûyaniya xwe ya îro duşemê ragihand ku li dewra sisyan a gotûbêjên Astanê taxima dewleta Şamê, taxima neyarên dewleta Sûriyê nûnerên Îran, Tirkiye, Rûsiya, Stefan Dîmêstora nûnerê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karêbarên Sûriyê, in ji Amerîka û Urdinê jî dê pişkdar bin.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku li civîna sisyan a Astanê dê li bara çawaniya îcrabûna agirbesê, amadekarî bona îsteqrara ewlehiya nav Sûriyê û babetên girêdayî bi gotûbêjên navbera aliyên sûrî li Genevayê bê axivtin.

Li dewra sisyane gotûbêjên Astanê aliyên pişkdar dê raporên xwe li bara rewşa Sûriyê û teybîrên pêwîst bona qahîmbûna agirbesa nav vî welatî jî bidin.

Gotûbêja çend alî ya Astanê li 23 û 24 Çileya bihurî û bi pêşniyara Îran, Rûsiya û Tirkiyê û bi hizûra nûnerên dewleta Sûriyê û neyarên vî welatî birê ket û û bo cara ewilê nûnerên dewleta Şamê û nûnerên neyarên dewleta Şamê bi hevra rûniştin ser masa gotûbêjê.

Birêketina civîna Astanê bûye sebeb ku agirbesekî heta hedekê dirêj û hemû layî li nav Sûriyê bê îcrakirin

Niha biryara bona destbêbûna dewra nû ya gotûbêjên Genevayê piştî direngiyekî 8 mehî ku qirare li 20 Sibata tê birê keve, babetekî başe û civînên Astanê dikare rê bona civîna Genevayê serrast bike lê rastî evaye ku heta gihêştina bi aştiyekî mayende li nav Sûriyê riyekî dijwar maye.

Karzanên siyasî bawerin li Civîna Astanê dê li ser sê babetan bê axivtin, babeta ewilê pêkanîna mikanîzmekî qahîme dîplomasiyê ye ku heta niha kariye bi diroşma xebata dijî terorîstan piştî azadkirina bajarê Helebê , agirbesek li nav axa Sûriyê pêk bîne, agirbesa dinavbera dewleta Şamê û neyarên çekdar ku helbet grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreyê nagire ber xwe û ev xebata bûye sebeb grûpên sûrî-sûrî bi hevra rûnin ser masa gotûbêjê.

Niha bajarên girîng û serekeye Sûriyê yên wekî Şam, Hums, Hema, Heleb, Laziqiye, Tertûs û El-Suwêydayê li destê artêşa Sûriyê dane.

Babeta dudyan pêkanîna aliyên ku zirûfên wan yên pêwîst ji bo dewama gotûbêja tev dewleta Sûriyê hene ku eva pêngavekî girînge ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, Dî Mêstora şandiyê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê ji vê nêhrînê bi şîdet piştevaniyê dike ji ber ku pêkhatina vê grûpê dikare rê bona gotûbêja dinavbera aliyên sûrî-sûrî bibaşî serrast bike.

Babeta sisyane gotûbêjên Astanê hevrê bûna Tirkiyê digel gotûbêja Astanê ye ku mirov dikare bêje niha kemilîna zincîreya dîplomasiya Îran, Rûsiya û Tirkiyê mecalekî baş ji bo çareserkirina nav Sûriyê amade dike.

Rûdawên ku Tîrmeha bihurî li Tirkiyê qewimîn û ev welata xiste ber xetera darbeyê, her çend ku ev darbeya rastî işkestê hat, bûye sebeb ku Enqere siyasetên xwe li bara rûdawên rojhilata navîn û bitaybet Sûriyê heta hedekê biguherîne.

Heta wê çaxê, Tirkiyê jî hevrê digel rojava xwetêkeliya nav karûbarên Sûriyê dikir, lê nişkêva ewlehî û xêr û qazanca netewî ya vî welatî ji aliyê grûpên terorîstî kete ber xeterê.

Li vî halî dîsa ji Tirkiyê bi mihana sekinîna li hemberî grûpên terorîstî eskerên xwe şande nav axa Sûriyê û li operasiyonekê ser navê Mertala Feratê bajarê Babê li aliyê bakûra rojhilata Helebê girt û dixebite ku hizûra xwe li nav axa Sûriyê berfirehtir bike.

Helbet Wisa ku diyare asteng çêkirina Tirkiyê li ser riya gotûbêjên Astanê jî bibaşî tê dîtin lê sercem mirov dikare bêje, gotûbêjên Astanê erênî ye û heta hedekê kariye pîşiya berfirehbûna kirîza Sûriyê bigre lê babetekî nediyar li vê navberê da heye û ew jî evaye ku kes nizane nexş û rola Amerîka li civîna Astanê çiqas e.

Mesela li hemû dizanin evaye ku Amerîka li navçê heta niha nexş û rolekî erênî tunebûye, loma gotûbêjên li ser vê yekê ku Amerîka dil heye tev grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û grûpên dine terorîstî yên wekî Cibhetul-Nusreh li nav axa Sûriyê şer bike ciyê şik û gumanê ye, eva li halekê ye ku hinek ji welatên dine wekî Erebistanê jî hene ku hîn jî bi dû hilweşandina nizama Sûriyê ne.

Li rewşekî wiha mirov dikare civînên wekî Astanê bona gihêştina bi aşitî û ewlehiya nav Sûriyê dijwar bizane, li her hal xebata bona çareserkirina kirîza Sûriyê hîn jî berdewam e û xebatên Îran, Rûsiya û Tirkiyê bona çareserkirina kirîza Sûriyê li civînên wekî Astanê jî hema bi vê niyetê pêk tên û alîkariya civînên dine navnetewî yên wekî Genevayê dike ku bona kutahîdana bi kirîza Sûriyê birê dikeve.

Ji sala 2011 ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed sernixûn bikinlê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê, gere ku hemû berê xwe bidin ku kanê civînên wekî Astaneya sisyan û Genevayê heta kengê pêş diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu