CîhanNûçe

Li Şîkagoyê êrişên çekdarî: 9 kuştî

Li bajarê Şîkagoya (Chicagoya) Amerîkayê di dawiya hefteya pîrozbahiyên Noelê de 9 kes di encama êrişên bi çekan de hatin kuştin.

Medya Amerîkayê ragihand ku li bajarê Şîkagoya Amerîkayê di dawiya hefteya pîrozbahiyên Noelê de 9 kes di encama êrişên bi çekan de hatin kuştin. Şîkago yek ji bajarê Amerîkayê ye ku encama sûcan lê zêde ye û wekî ‘paytexta sûcî û cinayetê’ tê binavkirin.
Hêzên Ewlehiyê yên bajarê Şîkagoyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dawiya hefteyê ku hevdemê pîrozbahiya Noelê bûye 9 kes di encamên êrişên bi çekan de jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Bûyer herî zêde li taxên başûr ên bajêr pêk hatin.

Herwiha di şeva pîrozbahiyên Noelê de li ber Dêra Labor of Love Apostolicê di êrişa bi çekan de kesek hat kuştin û di êrişeke din a li klûba şevê ya li herêma Westchesterê jî dîsa di êrişa bi çekan de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bibûn.

Li gorî amarên fermî ji destpêka sala 2016`an di êrişên bi çekan ên bajarê Şîkagoyê de 747 kes hatin kuştin, 4 hezar û 258 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu