Berdevkê tevgera Ensarulaha Yemenê pêgîrîutî kir ku desteya Riyazî bi astengîderxistin û rawestandina berdewam a muzakiran, bûye sedema bêencamiya gotûbêjên aştiya Yemenê li Kuweytê.
Mihemed Evdilselam berdevkê tevgera Ensarulaha Yemenê ragihand ku heke muzakirên aştiya Yemenê li Kuweytê bi saya zêdexwaziyên desteya muzakirê ya delweta Ebderebe Mensûr hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê tûşî şikestê bibin, komên netewî yên welêt, yê dewletê ava bikin.
Serokê desteya muzakireyê ya netewî ya Yemenê li gotûbêjên aştiyê li Kuweytê her wiha li ser hewldana desteya Ensarulahê jibo serkexistina muzakirên Kuweytê bi merema bidestxistina rêçareyekê bo kutakirina êş û kullên gelê yemenê û serêxwegirtina pişkdariya netewî sekinî.
Ji hêla din va, Mihemed Evdilselam li bara encamên herî dawiyê yên gotûbêjan got ku mixabin gotûbêjan tu encamek tinebûne û tu destkeveteke hêjayî hilêxistinê tinene. Tenê hin nêrîn li civîna ligel NY û sefîrên welatên endamê NY ku niha li Kuweytê ne hatin hilêxistinê.
Evdilselami her wiha got: Ew rêketinekê dixwazin ku daxwazên wan dabîn bike û qet girîngiyê nadin berjewendiyên gelê Yemenê, kutakirina dorpêça ser Yemenê, sekinîna li hemberî komên têrorîst ên wekî DAIŞ û El-Qaidê, derxistina serbazên biyanî yên dagikirê axa welêt û hêzên biyanî li deverên curbicur.
Muzakirên aştiya Yemenê ji 21`ê Nîsanê va li Kuweytê destpê bûne û çend caran ji aliyê desteya neyarên sûrî a ser bi Riyazê va hatine rawestandin û van gotûbêjana ji ber astengîderxistina berdewam a Riyazê heta niha tu encameke erênî bi dest nexistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)