İslami Davet Kurdi Bange İslami

Taximekî amerîkî seredana Erebistanê kirin

Taximekî amerîkî seredana Erebistanê kirin û tev Adil Cubêyîr wezîrê karên derve yê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora şemêşev ya ajansa nûçan a IRNA`yê, Taximekî pêkhatî ji karbidestên wezareta karên derve û wezareta xezînedariya Amerîka seredana Erebistanê kirin û tev Adil Cubêyîr wezîrê karên derve yê vî welatî li Ceidê hevdîtin pêk anî.

Hatiye ragihandin ku Brayan Hûk birêveberê pilandanana siyaseta derve ya wezareta karên derve yê Amerîka û Sîgêl Mêndelker alîkarê terorîzm û agehdariyên abûrî ya vê wezaretxanê tevî vê taxima amerîkî ne.

Wezareta karên derve yê Erebistanê ev nûça belav kiriye lê li bara hûrgiliyên vê seredana taxima amerîkî tu daxûyaniyek nedaye.

Hefteya bihurî hatibû ragihandin ku taximekî pêkhatî ji karbidestên derecebilinde wezareta karên derve û wezareta xezînedariya Amerîka seredana Riyaz û Ebûzebiyê dikin ta ku li bara boykotên ducarî yên Koşka Sipî dijî Îranê tev hevalbendên Amerîkali Kendava Farsê gotûbêjê bikin.

Her li vê raporê hatibû ku ev taxima amerîkî piştî Erebistanê dê seredana Mîrnişînên Erebî bikin.

Exit mobile version