Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê malpera El Neşreyê, Ramî Ebdulrehman serokê Saziya Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê got: Ev mizgeft dema lidarxistina nimêja Êşayê li gundê El Cîneyê li dorhêla rojavayiya Helebê kete ber êrîşê.
Wî her wiha got: Ji ber hin kes winda bûne, hejmara kesên ku hatine kuştin ber bi zêdebûnê ye; Her wiha birînên bvirîndaran jî giran in.
Li vî warî da kanala têlêvîziyoniya Sky News`ê qala itirafa artêşa Amerîkayê li bara pêkanîna êrîşekê li bakurê Sûriyê li dijî têrorîstên El Qaîdeyê kir; Lê Amerîkayê êrîşa bi hemdê xwe li ser mizgefta navbirî li dorhêla bajarê Helebê ku li bin kontrola şorişiyên sûrî ye, red kir.
Can Tomas berdevkê fermandetiya navendî ya artêşa Amerîkayê got: Me êrîşî ser tu mizgeftekê nekir; Lê avahiya ku ji aliyê me va kete ber êrîşê, yek ji baregehên têrorîstên El Qaîdeyê bû ku li 15 mêtriya mizgeftê ye ku hîn jî heye.
Wî got: Lêkolîn li bara îdiayên hilêxistî li bara viya ku ev êrîş bûye sebeba kuştina hejmareke welatiyên asayî, dê pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)