Tedbîqat û meşqa hewayî ya berevanên Wilayetê, nîşandayîna Hêza Berevaniyê ya Îranê
Meşqa hevpar û serasnerî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê û sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ser navê Berevanên Wilayetê 7` îro li navça giştî ya başûr, başûrê rojava û başûrê rojhilata Îranê destpê bû.
Li birêxiatina tedbîqat û meşqê şêwazeke normal û naskirî jibo parastina amadetiyên eskerî û her wiha jordebirina asta hîndekariyê û bikaranîna taktîkan û kelûmelên pêşketî yên berevaniyê ye. Lidarxistina meşqên wisa di rewşa hestyar a niha û gefên li derdora Îranê xwediyê peyameke taybet e. Bêguman berpirsên welat ser ewlehiya navxweyî û parastina herêma sînorên hewayî, deryayî û bejahiyê li asta herî bilind hesas in û hertim vê yekê berçav digirin . Lê ger em bi awayekî berfirehtir li mesela ewlehiyê binêrin divê were gotin ku îro rojê zirûfên berevaniyê girêdayî bi gelek pîvanan in jiber ku him li derdorê û him jî li asta navneteweyî bi zêdebûna gefan ji şerên normal heya şerê nerm û şerên fezayî û elekteronîk, çarçov û pênaseya ewlehiyê berûlayên berfireh girtiye ber xwe. Loma li gor gef û talukeyên li ber ewlehiya welatan, hêz û karîna eskerî ya welatan jî anagorî pîvanên zanistî û karîna pisporiyê ya hêz û amûrên ber destê wan tê nirxandinê.
Ji ber hebûna van gefana, yek ji pîvanên sereke li bernama berevaniyê ya Îranê berfirehkirina zirûfên eskerî jibo bersivandina gefan li hemî waran e. Bi giştî hebûan ewlehiyê girêdayî bi du xalên bingehîn e. Yekem xwecîkirina zanistê û hebûna pisporiyê li pêşeyên berevaniyê û ya dudiyan, jordebirina zirûfên berevaniyê yênnormal û naskirî ye.
Karzan û şarezayên meselên ewlehî û eskeriyê hebûna navendên eskerî yên Emerîkayê û vê dawiyê yên Brîtanyayê li anvçê li derdoar Îranê beşek ji stratejiya demdirêj a Emerîka û Brîtanyayê û hin welatên navçê jibo pêkanîna bêewlehiyê li warê ewlehiyê yê Îranê dinirxînin .
Di deheka buhurî Emerîkayê bi rewacdayîna tirsandian ji Îranê bi milyaran dular çek û balefirên cengê firotiye welatên erebî yên navça Kendava farsê. dewama vê pêvajoyê nîşan dide armanca qawetên îstikbarî bêewlehkirina îranê ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilabê û fermandê gişt hêzan li seredana teknolojiyên pêşketî, xwecî û zanistî yên pêşeyên eskerî yên Îranê ku midehek berî niha cih hat li axiftinekê bal kişand ser pêwîstiya dewama riya zêdekirina hêza berevaniyê û destnîşan kir: Li cîhana ku qawetên zorbêj, serdestîxwaz û bêexlaq û bêvîjdan û nemirova bûne serdest û rehet destdirêjiyê dikine ser welatan û mirovên bêguneh dikujin berfirehkirina pêşeyên berevaniyê tam normal e jiber ku ev qawet heya îqtidara welêt seh nekin ewlehî nayê dabînkirin.
Li gorî van prensîpan, bernama eskerî ya Îranê ser bingeha du prensîpên giring yanê berevanî û êrişê ye. Niha Îran ji hêla qaweta eskerî li astekê ye ku li muadilên ewlehiyê yên navçê û li parastian aramî û ewlehiyê ir kêrhatî û giring e. Îran helbet ticarî şêr destpê nekiriye lê di pratîkê de nîşan daye ku li warê rawestana li ber gefan û dayîna bersiva êrişkiran bi qawet tev digere û dikare ku bi hêza xwe ya eskerî û berevaniyê li hember liv û tevgerên ku anvçê bêeweh dikin raweste. (BANGÊ ÎSLÂMİ)