Têhran: Em lidarxistina serketî ya hilbijartinên parlemanê li rayedarên pakistanê pîroz dikin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina serketî ya hilbijartinên parlemanî yên Pakistanê ku bi beşdariya berfireh a gelê vî welatî hat lidarxistin, pîroz kir û hêvî kir ku pêvajoya ber bi pêş a peywendiyên her du welatan zêdetir ji ber bên xurtkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir: Îran her wek berê û bi taybet di serdema nû ya Pakistanê de, amade ye ku ji bo berfirehkirina hevkariyên giştalî yên her du welatên dost û misilman li çarçoveya berjewendiyên her du gelên mezin ên Îran û Pakistanê hewl bide.
Li gorî ragihandina encama ku komîsyona çavdêriya hilbijartinên Pakistanê ragihand, Partiya Tehrîkê Insaf a Pakistanê( PTI) bi serokatiya Êmran Xan, 115 kursiyên meclisa neteweyî ya vî welatî bi des xistin û li vê hilbijartinê bi ser ket.
Parlemana neteweyî ya Pakistanê, 342 kursî hene ku ji vê hejmarê, 272 kes bi dengê rasterast ê xelkê tên bijartin û yên mayî jî 60 kes ji jinan û 10 kes ji kêmînna li gor hejmara kursiyên ku partiyên siyasî li meclisê bi dest xistine, partiyan kivş dikin.