FilistînÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Têhran ji Hizbullaha Şîe , HEMAS` û Cîhada îslamî ku Ehlê Sunet in ji ber yekîtiya îslamî û xebata dijî Rejîma Siyonîstî piştevaniyê dike

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî ragihand; Ewlehiya navçê ji ber xebata Bereya Berxwedanê dabîn dibe û pêwîst e Bereya Berxwedanê hevgirtina xwe biparêzin ta ku ewlehiyê bigehînin navçê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî, Husêyn Emîrevdillahiyan li hevdîtina xwe ya duh sêşemê tev Şêx Salêh El-Arevî endamê nivîsgeha siyasî ya Bereya Berxwedanê îslamî ya Filistînê (HEMAS) li Bêyrûtê destnîşan kir: “Têhran ji Hizbullaha Şîe , HEMAS` û Cîhada îslamî ku Ehlê Sunet in ji ber yekîtiya îslamî û xebata dijî Rejîma Siyonîstî piştevaniyê dike“.

Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li warê navneteweyî destnîşan kir: “Alûgorên Mescidul-Eqsayê û Qudsê nîşan da ku tenê riya serketina li hemberî Rejîma Siyonîstî Berxwedana li çarçîva yekîtî û hevgirtina hemû aliyên filistînî ye“.

Salêh El-Arevî jî li vê hevdîtinê tevî qedrzaniya ji alîkariyên Komara îslamî ya Îranê bi gelê Filistînê û Bereya Berxwedanê got: “Xebata filistîniyan dijî Rejîma dagîrker a Siyonîst hetanî azadiya tam a hemû erdên filistînî dê bê domandin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu