IraqNûçeRojhilatanavin

Têkbirina çend meqerên istiratêjîk ên DAIŞ`ê li Mûsilê

Odeya operasyona rizgarkirina Mûsilê ragehand ku, balefirên Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞ`ê navendên stratejîk ên vê rêxistina têrorîst li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê bombebaran kirin.

Derbarê wê operasyona esmanî de, lîwa Necim Ciborî li koma nûçegihanan got ku Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî navendên stratejîk ên rêxistina DAIŞ`ê li aliyê rastê ji bajarê Mûsilê bombebaran kirin, di encamê de hin serkirdeyên DAIŞ`ê yên biyanî û xelkê Lîbîyê hatin kuştin.

Ciborî da zanîn ku, Hevpeymaniya Navnetewî bareghên çek û teqemeniyan, herwiha roket û mayînên çekdarên DAIŞ`ê li navçeya El-Islah El-Zirayî li wî bajarî kirin armanc, her li heman operasyonê de kargehên çêkirina dermîn ên rêxistina DAIŞ`ê kirin arman.

Di 17`ê Cotmehê de Artêşa Iraqê bi arakîriya Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê kirbû.

Başa dön tuşu