IraqNûçeRojhilatanavinSûriye
Têkbirina êrîşên têrorîstan li sînorê Iraq û Sûriyê
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li sînorê Sûriye û Iraqê têkşikandin û hejmareka wan kuştin.
Li van şer û pevçûnan ku li derbasgeha sînorî ya Til Sefukê li sînorê Iraq û Sûriyê qewimîn, herîkêm 18 çete hatin kuştin û du erebeyên wan ên bombebarkirî jî ji nav çûn.
Ebu Heyd El Necar ji fermandarên Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî got ku van hêzan pênc xwekuj jî li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê kuştin.