ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: “Gotinên dijminan li bara qaweta mûşekî ya Îranê ji nezaniyê ye”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Gotinên dijminên gelê Îranê li bara qaweta mûşekî ya Îranê ji serê nezaniya wan bûye ji ber ku qaweta Îranê, baweriya bi gel e”.

 Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li civîna taxima dewletê her wiha got: “Qaweta Îranê tenê mûşek nîne lê Îranê her çiqasî hewcetî bi mûşekan hebe, bi xwe çêdike û qet guhê xwe jî nade gotinên dijminan”.

Rûhanî ji dijminên gelê Îranê re got: “Li serdema destdirêjiya Rejîam Sedam ser Îranê, dijminan  mûşek û balefirên zêdetir hebûn û wan Sedam bi balefir û tank û çekên kîmyawî peragl kirin lê gelê Îranê  bi îman, yekitî û îtaeta ji weliyê feqîh bi ser ket”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  bi rêzgirtina ji salroja  azadkirina  Xuremşehrê, destnîşan kir: “Li şerê sepandî yê Iraqê ser Îranê, cîhan derketibû pêşberî gelê Îranê lê gelê Îranê karî mûcizeyeke mezin bixuliqîne”.

Rûhanî tekez kir: “Itirafa  welatên erebî yên navçê li bara piştgiriya  aborî û piştgiriya ji artêşa Rejîam Sedam li êrişa ser Îranê nîşan da ku 3`ê Xordadê anku 24`ê Gulanê û azadkirina  Xuremşehrê, serketina  herî mezin û herî şêrîn a gelê Îranê li hemberî destdirêjiya dijminan bû”.

Îro, çarşem, 3`ê meha Xordadê beranberî 24`ê Gulanê, salvegera rizgarkirina  Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê li sala 1982`an  e.

Azadkirina  Xuremşehrê yek ji armancên  operasyona  `Beyt El-Muqedesê` li şerê sepandî yê Iraqê ser Îranê bû ku ev bajar piştî 578 rojan ji bin lepên Rejîma Beisa Iraqê hat rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu