ÎranNûçeRojhilatanavin

Têkbirina komeka terorîst a ser bi Minafiqan li rojavaya Îranê

Dayira giştî ya Itilaata parêzgeha Loristanê li rojavaya îranê, roja îniyê basa têkbirina komeka terorîst a ser bi Minafiqan li bajarê Brûcêrdê bi destê hêzên ewlehî û asayişê yên Îranê kir.

Li gorî daxuyaniya dayira giştî ya Itilaatê ya parêzgeha Loristanê, vê koma terorîst a ser bi Minafiqan di van rojên dawiyê de gelek karên xirabkir li parêzgeha Loristanê bi taybet li bajarê  Brûcêrdê kiribûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, 4 endamên vê koma terorîst hatine girtin û yek ji wan jî dema pevçûnê, birîndar bûye.

Di van rojên dawiyê de hejmarek ji gelê Îranê li çend bajaran bi lidarxistina kombûnan û qêrîna durişman nerazîbûna xwe li hemberî kifşnekirina çarenûsa sermîyana wan a li hin navendên bankî û darayîyê û jordaçûna bihaya hin kel û pelan û lawazîya çavdêrîya dewletê ser van babetana nîşan dan lê kesên bi dû firsendê û ajawegêr ku hin welatên rojavayî û ereb û Rêjîma Sîyonîst pişta wan digirin, kombûna biaştî ya gel veguhertin alozî û tevlihevîyê.

Rayedarên amerîkî, Rejîma Siyonîst, Rejîma Siûdî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî, hewl dan van kombûnan ber bi pêkanîna aloziyan ve bibin, gelê Îranê ji roja çarşemiyê va bi lidarxistina xwenîşandaneka berfireh û xweristî li bajarên curbicur, hêsbûna xwe ji pîlana nû ya dijminan û derfetxweziya ajawegêran bona xirabkirina heyîtiyên giştî, nîşan dan.

Başa dön tuşu