Têkbirina tûnêla herî mezin a DAIŞê li Mûsila Iraqê
Hêzên artêşa Iraqê li dewama operasyona xwe li dijî terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê, karîn tûnêla herî mzein a DAIŞê li bakurê vê navçê têk bibin.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera El-Yewm El-Sabê ya Misrê, terorîstan ev tûnêla ku têde hemî îmkanatên wek elekterîkê hebû wek sitargeh jibo guhestina çek û sîlehan û revînê dema êrişa hêzên iraqî ser navçên bin kontrola wan bikar dianîn.
Hêzên îstixbarata eskerî yên Iraqê jî karîn şeş kargehên terorîstên DAIŞê yên çêkirina bombeyan keşf bikin û zevt bikin .
Ev kargeh ku li navça Kokceliyê li rojhilata Mûsilê hatibû çêkirin, bi sedan bombe û hawan û madên teqînê diger ber xwe ku endamên DAIŞê dil hebûn wê jibo êrişa ser awareyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikar bînin .
Di eynî demê de Eqîl El- Xezelî berpirsê wezareta karên hundir a Iraqê diyar kir piştî kuştin û birîndarbûna hejmarej ji endamên DAIŞê û her wiha revîn û girtina bi sedan kes ji wan li du salên buhurî hêzên DAIŞê daketiye 6 hezar kesî.
Hêzên iraqî niha hewl didin bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê azad bikin. Ev bajêra navenda sereke ya DAIŞê li Iraqê ye. Operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê ji lepên DAIŞê ji 17 Cotmeha îsal ve destpê bûye.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, li teqîna bombeyê li bakurê Bexdayê kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Ev bombeya nêzîkî çend yekeyên ticarî li navça El-Şêx Hemdê teqiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)