ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya dubare ya Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê ser pêbendîya Îranê li sozên anegorî Rêketinama Atomî

Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li daxûyanîya xwe careka din pêgirî kir ku Îranê sozên xwe di çarçova Rêketinama Atomî de cih anîne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê îro li daxûyanîyekê li civîna Konseya Hikimdarên Ajansê li Vîyenê ragihand ku ev Ajansa hevkarîya xwe ya nêzîk bi Îranê re didomîne.

Yukiya Amano rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê li axavtinekê li civîna Konseya Hikimdarên Ajansê careka din erê kir ku Îran sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî de cih tîne.

Civîna demsalê ya Konseya Hikimdarên IAEA`yê îro li meqra Ajansê li Vîyenê destpê bû.

Pêngavên pêwîst ji bo bihêzkirina hevkarîyên navnetewî di warên navokî, veguhestin û ewlehîya zibilên navokî de ji mijarên vê civîna pêncrojî ya IAEA`yê ye.

Başa dön tuşu