Karzanên NY li civîna konseya ewlehiyê ya vê rêxistinê îtiraf kirin ku tu çekek ji aliyê Îranê jibo grûpên yemenî nehatiye şandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, li halekê ku pêştir Emerîka û hin welatên erebî yên navçê ji wan Erebistan, Komara Îslamî ya Îranê bi binpêkirina biryarnama 2231`ê û şandina çekan bo Yemenê tawanbar dikirin, karzan û raporterên NY li civîna roja çarşemiyê ya konseya ewlehiyê li raporekê ragihandin: Tu nîşanek derheq vê yekê ku gemiyên ku hatine rawestandin, çekên xwe ji Îranê wergirtine tine ye.
Çavkaniyeke agehdar li konseya Ewlehiyê ya NY diyar kir: Erebistana Siûdî ji vê raporê pir aciz bûye û hewl dide wek belgeyekê li konseya Ewlehiyê neyê weşandin.
Armanca Emerîka û Erebistanê ji hilêxistina îdiaya piştgiriya çek û sîlehî ya Îranê ji grûpên yemenî, hewldana jibo pînekirina destdirêjiya grûpa nasiyar bi hevalbendiya erebî ser gelê mezlûm ê Yemenê ye.
Her wiha îdiaya alîkariya çek û sîlehî ya Îranê bo hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Yemenê li halekê tê hilêxistin ku balefir û çekên emerîkî li tevkujiya gelê Yemenê û kavilkirina binavahiyên vî welatî tên xebitandin û heta piştî qewimîna cinayetên cengê û li dijî mirovahiyê li Yemenê , firotina çekên rojava bo Erebistanê û welatên din ên erebî zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)