NûçeRojhilatanavin

Têkçûna mertala mûşekî ya Rêjîma Sîyonîst li hember mûşekên Bereya Berxwedanê

Bi dû destdirêjîya şeva buhurî ya Rêjîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê û bersiva teqil a pedafenda hewayî ya vî welatî, mertala mûşekî ya Rêjîma Sîyonîst ku ser navê Gumbêza Hesin gellek propaganda karayîya wê dihat kirinê, têk çû.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, mêdyayên Mêhwera Berxwedanê ragihandin ku Mêhwera Berxwedanê îro bi êrişên mûşekî derbên giran li Rêjîma Sîyonîst xistin û mertala mûşekî ya Gumbêza Hesin a Rêjîma Sîyonîst nekarî li hemberî mûşekên vê mêhwerê li ber xwe bide û her wiha pedafenda hewayî ya artêşa Sûrîyê gellek mûşekên ku vê rêjîmê avêtinê, li esmîn têk birin.

Berdevkê artêşa Rêjîma Sîyonîst ragihand ku 20 mûşek ji alîyê Sûrîyê va hatin avêtinê û idia kir ku hinek ji wan hatine şopandin lê çavkanîyên serbixwe ragihandin ku 68 mûşek hatine avêtinê.

Kanala Mayadeen`ê, ragihand ku navenda leşkerî ya guhdarîya dîcîtal, navenda komkirina lêzanînên biwêne, navenda zêrevanîya sîlehên hişmend, meqera helekoptêrên leşkerî, navenda fermandetîya leşkerî ya navçeyî ya yekîneya 810 a artêşa Israîlê, meqera fermandetîya Heremûnê, meqera Şetwîyê ji wan cihan in ku ketine ber êrişên mûşekî yên Sûrîyê.

Kanala Al Mayadeenê herwiha ragihand ku Rêjîma Sîyonîst ji her kesî xwestîye ku navendên ku ketine ber êrişên mûşekî neyên aşkirakirin.

Kanala Al Alamê jî ragihand ku Sûrîyê êrişî cihên hestyar ên leşkerî li Colana dagirbûyî kirîye û Rêjîma Sîyonîst şaşopaşo bûye.

Li gorî vê raporê, niha rêjîma Sîyonîst gellek hêz û alavên cengê li Colana dagirbûyî bi cih kirine û balafirên keşfê yên vê rêjîmê jî li esmîn digerin.

Rêjîma Sîyonîst vê sibê çend mûşek avêtin Şamê. Pedafenda hewayî ya artêşa Sûrîyê jî hejmarek j iwan mûşekana şopandin û têk birin.

Başa dön tuşu