AborîErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Têkçûna ramanên Erebistanê ji hêla rojanmeya Îndîpêndêntê

Rojnameya Îndîpêndênta (Independent) çapa Londonê nivîsî: Du salan berî viya wer xûya dikir ku hewildanên Erebistana Siûdî ji bo nasandina xwe wek hêza sereke li navçeyê li nava welatên erebî û îslamî û bidûrxistina Îranê ji meydanê wê bigihêje encamê.

Vê rojnameya inglîsî roja îniyê li sernivîsarekê li ser vê mijarê her wiha nivîsî: Lê bernameyên Erebistana Siûdî ji bo guherîna bo hêza sereke li cîhana îslam û ereban xeyaleke têkçûyî û serêxwenegirtî ye.

Independent`ê di dewama vê analîzê da nivîsî: Di meha Kanûna sala 2015`an da, gellek ji bere û navendên siyasî û ewlehiyê ji wan Saziya Istixbaratî ya Derveyî ya Almanê ji viya ku siyasetên şerxwazî û destwerdana Erebistanê dewsa helwêstên bi baldarî yên dîplomatîk ên endamên kevintir ên binemala paşatiya Erebistana Siûdî rûniştiye, nigeraniya xwe diyar kirin. Niha demeke zêde derbas nebûye ku bandorên nerênî yên siyasetên Erebistanê nîşan da ku ne tenê xewn û xeyalên siûdiyan serê xwe negirtine, belki roja îro gere ku em têkçûnan ramanên Erebistana Siûdî li hemî waran da bibînin.

Siûdiyan tevgerên dijî Îranê bi armancên çendlayî xistine rojeva bernameyên xwe. Dûrxistina Îranê ji meydana alûgorên navçeyê, pêkanîna qelaş û çendberetiyê li peywendiyên nava Îran û welatên cînar û pêkanîna derfetê ji bo amadebûna leşkerî ya welatên seranavçeyî ji armancên sere yên siyaseta derveyî ya Erebistanê bûne. Erebistan bi awayê nerasterast bi van liv û tevgeran Îranê bi îdiaya siyasetên berfirexwazî û pêkanîna kêşeyan li navçeyê tawanbar dike. Lê ev tevger di rastiyê da cûreke revîna Erebistanê ji rastiyên paş tevgerên sexte ye ku dilgiranî û fukara herî zêde ya siûdî û şêxên ser bi Erebistanê ji ber têkçûn û bêencambûna siyasetên wan li navçeyê nîşan dide. Erebistan niha li gendava Yemenê da xeniqiye û tûşî şerekî bûye ku bi xwe ew dest pê kiriye. Destwerdana çekdarî ya Erebistanê li Behrêynê jî encamek ji bilî serkutkirin û riswatiya li warê Mafên Mirovan ji bo Behrêyn û Erebistanê tunebûye.

Rayedarên Erebistanê li ser vê bawerê bûn ku dikarin bi saya van tevgeran li warê mijarên jêopolîstîk ên navçeyê danûstandinên ewlehiyê pêk bînin.

Siûdiyan nefret û dijmiantiyên firqeyî  û tayfetî zêde kirin lê bi xwe jî tûşî nearam î bêewlehiyê bûne.

Rayedarên Erebistanê bi rêzbendî û destebendiyên navçeyî hewil dan ku kiryarên xwe yên hovane li çarçova hevpeymaniya ji bo aştî û têkoşîna li hemberî têrorîsmê, rewa nîşan bidin; Lê di rastiyê da tovê şer û wêranî û kuştina mirovên bêguneh reşandin. Siûdiyan hewil dan ku tiştê ku bi xwe pêk anîne, bavêjin ustiyê Îranê. Rola Erebistanê li pêkanîna nakokî û kêşe û duberetiyan û piştgiriya ji rêxistinên têrorîst û şirovekirin û berbelavkirina ramanên wehabiyet û tekfîriyê ji bo lawazkirin û sistkirna ewlehî û aramiya welatên navçeyê, ji wan kiryaran e ku roja îro em dibînin eşkere bûne û ketine ber rexne û dadweriya raya giştî.

Helwêstên Erebistanê û kiryarên neberaqil û dûrî mentiqê yên Alê Siûd, liv û tevgerên neasayî ji hêla dîplomatîk, ewlehî û heta leşkeriyê ne. Erebistanê dolarên niftî ji bo şerxwazî û dijminatiya digel Îranê xerc kirin û heta li Saziya Welatên Bifiroşê Niftê nasyar bi OPEC`yê, bû sedema daketina bihaya niftê li bazarên cîhanî ya niftê da ku li gorî xeyalên xwe Îranê rastî pirsgirêkên aborî bîne. Lê tevayê ev cûre liv û tevgerên jipêşdiyarkirî û planên darêştî yên Erebistanê li dijî Îranê di dawî da li ser ziyana Erebistanê bi xwe bûne û li gorî şiroveya rojnameya Îndîpêndênta Inglîsê, Erebistan Derdayiya vê lîstoka siyasî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu