ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Tekezkirina Emîr Ebdulahiyan ser dewama piştgiriyên Îranê ji Sûriyê

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got : Piştgiriyên Îranê ji Sûriyê jibo bidestxistina rêçara siyasî û derketina ji qeyrana vî welatî dê bidome.

 Huseyn  Emîr Ebdulahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî roja çarşemiyê nav koma  nûçegihanan li Şamê li bara muzakirên  Astanê li bara Sûriyê tekez kir: Peyama  civîna Astanê eva ye ku  terorîst ji rêçara tund û tûjî û şîdetê jibo gihêştina bo armancên xwe tam dilsar bûne.

Emîr Ebdulahiyan tenê rêçara pirsgirêka  Sûriyê gotûbêja siyasî li gor  deng û raya  gelê vî welatî da zanîn û got :Îran bi awayekî çalak li riya  rawestana li ber terorîzmê alîkariya Sûriyê dike.

Emîr Ebdulahiyan roja çarşemiyê tev taximekê jibo sefereke  du rojî ji sînorê bejahiyê ay Lubnanê derbasî nav Sûriyê bû û biryar e sibê tev Beşar Esed serokkoar û Welîd Muelim alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê vî welatî gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu