Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî got : Piştgiriyên Îranê ji Sûriyê jibo bidestxistina rêçara siyasî û derketina ji qeyrana vî welatî dê bidome.
Huseyn Emîr Ebdulahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa Îranê li karûbarên navneteweyî roja çarşemiyê nav koma nûçegihanan li Şamê li bara muzakirên Astanê li bara Sûriyê tekez kir: Peyama civîna Astanê eva ye ku terorîst ji rêçara tund û tûjî û şîdetê jibo gihêştina bo armancên xwe tam dilsar bûne.
Emîr Ebdulahiyan tenê rêçara pirsgirêka Sûriyê gotûbêja siyasî li gor deng û raya gelê vî welatî da zanîn û got :Îran bi awayekî çalak li riya rawestana li ber terorîzmê alîkariya Sûriyê dike.
Emîr Ebdulahiyan roja çarşemiyê tev taximekê jibo sefereke du rojî ji sînorê bejahiyê ay Lubnanê derbasî nav Sûriyê bû û biryar e sibê tev Beşar Esed serokkoar û Welîd Muelim alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê vî welatî gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)