Tekezkirina Emîrebdullahiyan ser piştgiriya yekperçe ji biryarnama li dijî bajarokçêkirina Îsraîlê
Sekreterê Giştî yê Konfiransa Navneteweyî ya Piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Piştgiriya yekgirtî ya welatên Îslamî ji biryranama Konseya ewlehiyê ya NY li dijî bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî, pêngaveke herî biçûk e ku divê cih were.
Huseyn Emîrebdullahiyan sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Rêxistian Hevkariya Îslamî û Yekitiya Ereban bi vê derfetê, divê erka û resaleta xwe ya Îslamî û însanî bi dengê bilind û jibo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê cih bînin.
Huseyn Emîrebdullahiyan got: Divê pêşiya bêexlaqiya siyasî ji rejîma narewa ya terorîstî ya Îsraîlê û alîgirê terorîstên tekfîrî li navçê were girtin.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî diyar kir: hin aliyên ku serkutkirina terorîstan li Heleba Sûriyê weke roja tazîdariyê ragihandin niha bila li halê gelê mezlûm û misilman a Filistînê tê bighêjin.
Huseyn Emîrebdullahiyan sekreterê giştî yê civîna navneteweyî ya piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Piştgiriya ji gelê Filistînê û Qudsê ev zirûfa heye ku bibe weke unsuraê yekitiya anvbera cîhana Îslamê.
Konseya Ewlehiyê ya NY23 Kanûna 2016an li biryarnama 2234an , mesela bajarokçêkirina Îsraî şermezar kir û Emerîkayê weke endamê dayim ê Konseya Ewlehiyê dengê bêalî da vê biryarnamê.
Bajarokçêkirina Rejîam Îsraîlê piştî bidesthilabûna Trum nav Koşka Sipî berfireh bûye û ev meseleya bûye sedema berteka filistîniyan û civaka cîhanî (BANGÊ ÎSLÂMİ).