ÎranNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Emîrebdullahiyan ser piştgiriya yekperçe ji biryarnama li dijî bajarokçêkirina Îsraîlê

Sekreterê Giştî yê Konfiransa Navneteweyî ya Piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Piştgiriya yekgirtî ya welatên Îslamî ji biryranama Konseya ewlehiyê ya NY li dijî bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîstî, pêngaveke herî biçûk e ku divê cih were.

 Huseyn Emîrebdullahiyan sekreterê giştî yê civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Rêxistian Hevkariya Îslamî û Yekitiya Ereban bi vê derfetê, divê erka û resaleta xwe ya  Îslamî û însanî  bi dengê bilind û jibo piştgiriya  ji gelê mezlûm ê Filistînê cih bînin.

Huseyn Emîrebdullahiyan got: Divê pêşiya  bêexlaqiya siyasî ji rejîma  narewa ya terorîstî ya Îsraîlê û alîgirê terorîstên tekfîrî li navçê were girtin.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî diyar kir: hin aliyên ku  serkutkirina  terorîstan li Heleba Sûriyê weke  roja tazîdariyê ragihandin niha  bila  li halê gelê mezlûm  û misilman a Filistînê tê bighêjin.

Huseyn Emîrebdullahiyan sekreterê giştî yê civîna  navneteweyî ya piştgiriya ji Filistînê diyar kir: Piştgiriya ji gelê Filistînê û Qudsê ev zirûfa heye ku  bibe weke  unsuraê yekitiya anvbera cîhana  Îslamê.

Konseya Ewlehiyê ya NY23 Kanûna 2016an  li biryarnama 2234an , mesela  bajarokçêkirina  Îsraî şermezar kir û Emerîkayê weke  endamê dayim  ê Konseya Ewlehiyê dengê bêalî da vê biryarnamê.

Bajarokçêkirina  Rejîam Îsraîlê piştî bidesthilabûna  Trum nav Koşka Sipî berfireh bûye û ev meseleya  bûye sedema  berteka  filistîniyan û civaka cîhanî (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu