IraqNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina hêzên gelanî yên Iraqê ser parastina reftara însanî

Sekreterê giştî yê Rêxistian Bedrê ya Iraqê, xwest ku qayîde û qirarên qanûnî û însanî yên hêzên gelanî li azadkirina bajarê Felûcê û rojava Iarqê bên parastin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Fars Newsê, Hadî Amerî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iarqê ji xelkê bajarê Felûceyê xwest ku ji derbasgehên ewleh terka bajêr bidin û got hemî hêzên gelanî yên Iraqê li asta herîbilind a exlaqê însanî û Îslamî û neteweyî bi welatiyên Felûcê re reftarê dikin û divê qayîde û qirarên qanûnî û însanî yên azadkirina vî bajarî biparêzin.

El-Amêrî destnîşan kir ku qonaxa ewil aopersyona azadkirina Felûcê bona dorpêçkirina koma mirovkuj a DAIŞ`ê ye loma xelkê vî bajarîbona parastina can û silametiya xwe divê destxwe terka Felûceyê bidin da ku DAIŞ`ê wan ji xwe re neke mertala însanî.

Sekreterê giştî yê Rêxistina Berdê ya Iarqê her wiha ji ciwanên Felûceyê xwest ku bo azadkirina bajêr bi hêzên ewlehiyê re hevkariyê bikin .

Hevgavê destpêkirina operasyona zadkirina bajarê Felûceyê, medyayê siûdî û hin komên siyasî yên nêzîkî Erebistanê li Iraqê li dijî hêzên glanî û dijberiya bi hizûra wan li operasyona azadkirina bajarê Felûceyê şerê propagendeyê destpê kirine.

Opersyona azadkirina Felûcê, parzêgeha Enbarê li rojava Iarqê, duşemiyê şevê ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî destpê bû.

Li sietên despêka operasyonê, çar navçe li derdora Felûcê û bajarê El-Keremeyê ji terorîstan hat paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu