Tekezkirina Îran û Iraqê ser çareserkirina pirsgirêkên tep û tozê
Alîkara serokê Komara Îslamî ya Îranê û seroka Rêxistina jîngehê ya Îranê û wezîra tendrustiyê yê Iraqê ser berfirehkirina hevkariyan jibo çareserkirina pirsgirêkên toz û xweliyê tekez kirin.
Mesûme Îbtikar,alîkara serokê Komara Îslamî ya Îranê, û seroka Rêxistina Jîngehê ya Îranê,êvara yekşemiyê li gotûbêja telefonî tev Edliye Hemûd wezîra tendrustiyê ya Iraqê, xwestin ku reşnivîsên hevkariya du welatan li warê çareserkirina pirsgirêkên tep û tozê cih werin.
Îbtikarê diyar kir: kontrolkirina navendên tep û tozê ya Iraqê bitaybet navendên bibandor ser navçên rojavayê û navçên başûrî yên Îranê yên mîna pendavên sînorî, pêwîst e.
Edliye Mehmûd wezîra tendrustiyê ya Iraqê jî li vê gotûbêja telefonî amadetiya vî welatî jibo hevkariya li warê çareserkirina mesela tep û tozê, ragihand û soz da ku bi awayekî cidî vê meselê bişopînin.
Di eynî demê de , Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê li destpêka civîna dersa dervey fiqhê,pirsgirêkên vê dawiyê yên li parêzgeha Xûzistanê û qutbûna av û iliktrîkê û amêrên peywendiyê di hewaya sar a vê parêzgehê da mînakek ji pirsgirêkên diltezîn û dijwar ên xelkê dan zanîn û diyar kir: Eva erkeke cidî, demlidest û hertimî ya hikûmetan e ku li fikra xelkê a bibin.
Li rojên derbasbûyî, tep û tozê jibo xelkê parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojava Îranê , pirsgirêkên mîna qutbûna berdewam a iliktrîkê û avê pêk anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)