ÎranNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Îranê ser pêwîstiya xurtkirina dewleta navendî ya Iraqê

Huseyn Cabirî Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa  erebî û Efrîqayê roja duşemiyê li hevdîtina Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê got : Terorîzm, pirsgirêka  giring a Iraqê, navçê û cîhanê ye û gel û liv û tevgerên siyasî û civakî yên Iraqê li ser gefa terorîzmê agehdar bûne û jibo rawestana li ber DAIŞê gihêştine yekgirtinekê.

Huseyn Cabêrî Ensar her wiha  bal kişand ser hin  alugurên  vê dawiyê yên  navçê û ser giringiya  gihêştina bo fehm û û pêlana rê ya hevpar jibo çareserkirina giştalî ya qeyranên  siaysî, ewlehî û însanî û aborî yên navçê tekez kir.

Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Iraqê jî li vê hevdîtinê rewşa vê dawiyê ya ya Iraqê şirove kir û rawestana li ber terorîzmê weke ewlewiyeta sereke ya hemî aliyên  iraqî da zanîn.

Kobîş her wiha got : Ji bo seqamgîrkirina rewşa Iraqê û derbasbûna ji qonaxa niha bo qonaxa  piştî DAIŞê,pêwîst e hemî aliyên Iraqê li pêşerojê binêrin.

Nunerê taybet ê sekreterê  giştî yê NY li Iraqê jibo şêwirîna  li bara alugurên Iraqê sefera Têhranê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu