Huseyn Cabirî Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa erebî û Efrîqayê roja duşemiyê li hevdîtina Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Iraqê got : Terorîzm, pirsgirêka giring a Iraqê, navçê û cîhanê ye û gel û liv û tevgerên siyasî û civakî yên Iraqê li ser gefa terorîzmê agehdar bûne û jibo rawestana li ber DAIŞê gihêştine yekgirtinekê.
Huseyn Cabêrî Ensar her wiha bal kişand ser hin alugurên vê dawiyê yên navçê û ser giringiya gihêştina bo fehm û û pêlana rê ya hevpar jibo çareserkirina giştalî ya qeyranên siaysî, ewlehî û însanî û aborî yên navçê tekez kir.
Yan Kobîş nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Iraqê jî li vê hevdîtinê rewşa vê dawiyê ya ya Iraqê şirove kir û rawestana li ber terorîzmê weke ewlewiyeta sereke ya hemî aliyên iraqî da zanîn.
Kobîş her wiha got : Ji bo seqamgîrkirina rewşa Iraqê û derbasbûna ji qonaxa niha bo qonaxa piştî DAIŞê,pêwîst e hemî aliyên Iraqê li pêşerojê binêrin.
Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li Iraqê jibo şêwirîna li bara alugurên Iraqê sefera Têhranê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)