ÎranNûçeRojhilatanavin

Tekezkirina Japonyayê ser rola giring a Îranê li çareserkirina qeyranên navçeyî

Balyzoê Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê got: Dewleta Japonyayê, dixweze ku Komara Îslamî ya Îranê li çareserkirina qeyranên navçê zêdetir rola xwe hebe.

 Balyozê Îranê li Tokyoyê Riza Nezer Aharî li gotûbêja  bi Îlnayê re  tekez kir: Japonya, Komara Îslamî ya Îranê welatekî giring û bihêz dizane ku dikare bi zirûfên xwe alîkariyê bide çareserkirina  qeyranên  niha li Rojhilata Navînê.

Balyozê Îranê li Tokyoyê li bara dîroka peywendiyên 90 salî yên Îranê tev Japonyayê got: Ev dîroka  nîşan dide japonî wêneyeke baş li bara Îranê hene û dîtine ku Îran li piraniya qeyranan roleke kêrhatî hebûye.

Nezeraharî bal kişand ser seferên  li asta bilind  anvbera Îran û Japonyayê li mehên  pêşerojê û got : Alîkarê Şînzo abê serokwezîrê vî welatî biryar e  10 Çillê sefera Îranê bike û bi rayedarên  Komara Îslamî ya Îranê li bara peywendiyên  dualî, anvçeyî û anvneteweyî hevdîtin û gotûbêjê bike.

Balyozê Îranê li Japonyayê li bara  mesela  hevhatina  ewlehiay navokî anvbera du welatan destnîşan kir rayedarên japonî jibo piştgiriya ji rêketinnama  navokî ragihandin nêzîkî 200 milyon yên  Japonyayê  bi qasî 2 milyon  dularî alîkariya  plana  ewlehiya  navokî li Îranê dikin û  ev ali çarçêva  xebatên  Îran û Ajansa  navneteweyî ya Enerjiya Atomê jibo ewlehiay bernameyên  navokî ye.

Nezeraharî sefera vê adwiyê ya  Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve  yê Îranê bo Tokyoyê got : Li kêleka  vê seferê muzakirên baş navbera beşa taybet a Îarnê tev şîrketên  japonî cih hat tevî ku  hin civîn navbera berpirsên  bankî û wezareta  aboriyê ya du welatan jibo rakirina  berbendên ser riya  berfirehkirina  hevkariyên  aborî navbera Îran û Japonyayê hatin li darxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu