Tekezkirina ser parastina rûmet û ewlehiya ziyaretkirên îranî li hevhatina tê ya tev Erebistanê têkildarî hecê
Sergêrê Rêxistina Hec û ziyaretê ya Îranê got: Li muzakirên pêşerojê tev Erebistana siûdî li bara hecê,Îran li pey parastina îzet û dabînkirina ewlehiya ziyaretkirên îranî ye.
Sergirê Rêxistina Hec û Ziyaretê Hemîd Hemîdî roja duşemiyê li gotûbêja tev IRIB Newsê li bara dewetnam ku Erebistanê li bara hecê bo Îranê şandiye diyar kir: Roja yekşemiyê bersiva Îranê bo wezareta hecê ya Erebistanê hat şandin û têde ser mijarên giring ji wan kivşbûna mesela konsûlî û oarastîna îzet, keramet û ewlehiya ziyaretkiran hatiye tekezkirin.
Hemîd Hemîdî destnîşan kir: Îran û Erebistanê tu peywendiyeke dualî û siysî tine ne û divê bernameyeke taybet jibo piştgiriyên hizûqî û qanûnî ji ziyaretkirên îranê pêk were.
Wî li bara diya şehîdên Minayê jî got: Li muzakirên 23 Sibata 2017an bi Erebistanê re dê mesela diya şehîdên Minayê bi micidî bê şopandin û yek ji mijarên bersivnama Îranê bo Erebistanê jî her ev mesela ye.
Sergirê Rêxistina Hec û Ziyaretê Hemîd Hemîdî her wiha şandian vexwendinnama Erebistanê bo Îranê yek ji kiryarên asayî yên vî welatî jibo hevhatina li bara darêştina plan û bernamên hecê tev welatên xwediyê heciyan da zanîn.
Bi hezaran ziyaretkir ji wan 464 ziyaretkirên Îranê eyda Qurbana sala 2015`an li halê cihanîna rê û resmên hecê li welatê Minayê ji ber nehêjatî û sersariya berpirsên Alê Siûd canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)