CîhanEwropaNûçe

Welateke din ê rojhilatê Ewropayê bû endamê NATO

Montenegro ya li rojhilata Ewrupa bû endamê 29an ê NATOyê. Jibo endamê nû dê sibê Çarşemê li navenda NATO a li Brukselê merasîmek were li dar xistin.
Endamtîya Montenegro, ji alîye hemî hevalbendên di NATO de hat pejirandin.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberrg dîyar kir ku endambûna Montenegro jibo dewletên din yên ku dixwazin bibin endam peyamek e.
‘’Ger dewletek reforman pêk bîne, bi gavên demokratîk hiqûqa xwe xurt bike û artêşa xwe jî modern bike ewê wê çaxê bibe hevalbendê me’’ Stoltenberg got.
Berî Montenegro, herî dawî di sala 2009’an de Arnavutluk û Xirvatîstan bûbûn endamên NATO. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu