ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Tekîda ser pêwîstiya azadkirina Reqayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê piştî azadbûna Mûsilê

Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê ser pêwîstiya bikaranîna hemû zirof û karayiyan bona girtina Reqaya Sûriyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê piştî azadiya Mûsilê sekinî.

Li gor rapora ajansa Firans 24, Elaedîn Birûcirdî serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê destnîşan kir; Reqa navenda grûpa terorîst a DAIŞ`ê ye û ev grûpa terorîst êrişên xwe yên nav welatên cîhanê hema ji Reqayê organîze dike loma pêwîst e piştî azadiya Mûsilê hemû welatên cîhanê alîkariyê bidin artêşa Sûriyê ku Reqa jî ji destê van terorîstan bê derxistin.

Serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li bara çawaniya xebata Îranê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê jî got: Komara islamî ya Îranê ser daxwaza dewletên Iraq û Sûriyê musteşarên eskerî şandine van du welatan ta ku hêzên eskerî yên van du welatan perwerde bikin ji ber ku Îran ser vê bawerê ye ku pêwîst e hemû welatên cîhanê bi şîdet li hemberî terorîstan rawestin.

Serokê komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derva ya meclisa şêwra islamî ya Îranê herwisa li bara hizûra eskerî ya Tirkiyê li nav axa Iraqê jî got: Şandina hêzên serbazî yên welatekî nav axa her welatekî din ku bêyî rizamendîya dewleta navendî ya wî welatî be destdirêjiya ser axa vî welatî tê hisab û eva dijî qayde û qirarên navnetewî ye.

Birûcirdî bilî piştevaniya ji gotûbêjên siyasî bona çareserbûna kirîza siyasî li Lubnanê bona hilbijartina serokkomarê vî welatî got: Eger welatên din ên navçê yên wek Erebistanê û welatên hêzxurt jî ji vê yekê piştevaniyê bikin yê dewraneke nû li nav Lubnanê destpê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu