ÎranNûçeRojhilatanavin

Têkilîya bi cîranan re jibo Komara Islamî ya Îranê gellekî girîng e

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li balafirgeha Zahidanê li başûrqa rojhilata Îranê û berî ku jibo pişkdarîya li civîna serokên ECO`yê here Pakistanê, got: Pirranîya endamên ECO`yê cîranê Îranê ne û bihêzkirina hevkarîyên navberê jibo pêşeroja herêmê jî zef girîng e.

Rûhanî bi gotina vîya ku pêşxistina Îranê hewcedarê hevkarîya ligel welatên din nemaze cînaran e, got: Li kêleka civîna ECO`yê, yê hevdîtinên dualî bi serokên hin welatên pişkdarê civînê re pêk bên.

Rûhanî herwiha got:Rewşa herêmê roja îro gellekî hestyar e û navça me di van salên dawîyê da tûşî hin pirsgirêkan ji wan têrorîsmê bûye lewma, li vê civînê bilî hevkarîyên aborî, meseleyên ewelhîyê û yên navçeyî jî yê li gotûbêjên ligel serokên sazîya ECO`yê bên hilkolandinê.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Li civîna serokên ECO`yê rayedarên pişkdar yê rêyên pêşxistina vê sazîyê û bihêzkirina hevkarîyên aborîyê û dabînkirina ewlehî û istiqrara navçê hilkolînin.

Bajarê Islamabad paytexta Pakistanê yê sibê mazûvanîya civîna serokên ECO`yê bike.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên  Rêxistina  hevkariya  aboriyê (ECO) ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu