Têkoşerên bereya berxwedana Nucebayê jî li salroja şehadeta Îmad Muqniye fermandarê eskerî yê Hizbullaha Libnanê, çeperên terorîstan li Çiyayên Mekhûlê li bakûra Selahedînê, bi nepeniya “ Xwîna Îmad Muqniye“ kirine ber hedefa êrişa mûşekan û gulleyan.
Têkoşerên bereya berxwedana Nucebayê bi dehan mûşekên dûrmenzîl û rokêtên destçêkirî embarên veşartî yên terorîstên DAIŞ`ê û ciyên kombûna wan kirine hedefa êrişên xwe.
Dabînkirina ewlehiya Çiyayên Mekhûlê piştî kutahiya operasiyona azadkirina Bêyciyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, ketiye destê têkoşerên Bereya Berxwedana Nucebayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)